Reforma ku li Fransayê bû sedema aloziyan, hat qebûlkirin

12 adar 2023 22:06
Reforma ku li Fransayê bû sedema aloziyan, hat qebûlkirin

PeyamaKurd- Reforma malnişîniyê ya ku tê xwestin li Fransayê temenê malnişîniyê bê bilindkirin û bûbû sedema bertekan, li Senatoya Fransayê bi dengdanê hat qebûlkirin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, reforma malnişîniyê ya ku tê de gav bi gav temenê malnişîniyê ji 62yan ji bo 64an li Fransayê zêde bû, li Senatoya Fransayê hat dengdan.

Hat diyarkirin ku di dengdana li Senatoyê de pakêta reformê bi 195 dengan li hember 112 dengan hat qebûlkirin. Serokwezira Fransaye Elisabeth Borne di daxuyaniya xwe ya pişti dengdayine da zanîn ku ew bawer dikin ku hikûmetê ji bo ku pakêta reforman ji parlamentoye derbas bike, piraniya wan heye û wiha got, "Di dengdana Senatoye ya ji bo reforma teqawidiye îşev de gaveke girîng hat havêtin."

Serokê Senatoya Fransayê Gerard Larcher jî got ku "Em gihîştin dawiya vê nîqaşa mezin a ku her kes qala wê dike. Ji 2yê Adarê û bi vir ve nêzî 10 roj in em bi şev û roj dixebitin." 

Senatorên Fransî roja Pêncşema borî bi 201 dengan li hember 115 dengan maddeya pakêta reformê qebûl kiribûn û hatibû diyarkirin ku dê ji bo xalên din hevdîtin berdewam bin.