Rêdûr Xelîl: “Em Rojavayê telîmî rejîmê nakin”!

12 tebax 2018 18:25
Rêdûr Xelîl: “Em Rojavayê telîmî rejîmê nakin”!

PeyamaKurd- Berpirsê karên derve yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl got ku Em Rojavayê telîmî rejîmê nakin.

Xelîl got em ji bo operasyona li dijî Idlibê amade ne. Dijminên me yên rastî, rêxistinên li wê derê ne.

Berpirsê karên derve yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl ji çapemeniya Kurdî re axivî û daxuyaniyên girîng dan. Xelîl wiha got: “Gelek fermandarên YPGê dibêjin divê berî operasyona Idlibê, statuya Rojavayê Kurdistanê ya pêşerojê bi Şamê re were tayînkirin.

Aliyên me yên siyasî divê berî gavekê biryar bidin bê YPGê wê beşdarî operasyonê bibe an na. Ku biryarek derkeve, YPGê ji bo şêrr amade ye. Dijminên me yên herî dijwar ew rêxistinên li Idlibê ne. Ew rêxistinên ku êrîşî Kobanî kirin û Efrînê vegirtine, ew kesên li Idlibê ne.

Rêdûr Xelîl got ku em destûrê nadin ku careke dî hêzên Sûriyê werin Rojavayê Kurdistanê. Ji bo me gelek xetên sor hene. Hinek ji wan ev in:

1.Bi tu şiklî em Rojavayê teslîmî Rejîma Sûriyê nakin.

2.Tevî Rojava, em qebûl nakin ku Sûriye ji merkezê were rêvebirin.

3.Ji bo xizmetên gel, ku rejîm were bila were; lê belê ji xeynî vê yekê em nahêlin ku werin.           

4.Em vî şerî ji bo gelê xwe û axa xwe dikin. Êdî em îdarekirina gelê xwe nahêlin bi însafa dîktatorekî.

5.Em naxwazin ku bi tu kesî re şer bikin. Heke rejîm bêje îlleh hûnê herêmê teslîm bikin, weke li dijî IŞÎDê şer kir, em ê li dijî Rejîmê jî şer bikin.