Rayedarê Tirk bo Reutersê: Wê Tirkiye li benda Amerîka be...

07 cotmeh 2019 17:14
Rayedarê Tirk bo Reutersê: Wê Tirkiye li benda Amerîka be...

PeyamaKurd – Piştî ku Serokê Amerîkayê glopa kesk ji bo operasyona Tirkiyê ya bi ser Rojavayê Kurdistanê de pêxist, vê sibehê hêzên Amerîkî yên li sînorên Girê Spî dest bi vekişînê kiribûn.

Rayedarekî Tirk li ser destpêkirina operasyonê ji Reutersê re axivî û got, heta Amerîka ji herêma operasyonê hemû hêzên xwe vekişîne ew dê li bendê bimînin.

Rayedarê Tirk ji Reutersê gotiye, “Wê Tirkiye bi îhtimaleke mezin, li bendê bimîne ta ku Amerîka leşkerên xwe ji herêma operasyonê vekişîne.”