NATO: Em li benda Tirkiye û Macarîstanê ne

01 adar 2023 20:00
NATO: Em li benda Tirkiye û Macarîstanê ne

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokwezîra Finlandiyayê Sanna Marin, beriya hevdîtina xwe ya li Helsinkî ya paytexta Finlandiyayê bersiv dan pirsên rojnamevanan.

Li ser pirsa bendewariya Finlandiyayê ya ji bo endamtiya NATOyê kengê dibe, Marin got ku ligel Swêdê ku wan serlêdana endamtiyê kiriye, wan hemû pîvanan bi cih hanîne û li bendê ne ku bibin endam û wiha berdewam kir:

"Me hêvî dikir ku em niha bibin endam, lê em hîn jî li bendê ne. Polîtîkaya deriyên vekirî yên NATOyê û pêbaweriya tifaqê jî di nav pirsê de ne. Statuya endamtiyê niha girêdayiyê Tirkiye û Macarîstanê ye. Em li bendê ne ku ev welat beriya ku dereng bibe, pêvajoyên xwe temam bikin. Em hêvîdar in ku ev yek beriya civîna bilind a havînê ya li Vilniusê pêk were." 

Marin pirsa, “Gelo haya rayedarên Macarîstanê ji derengxistina proseya erêkirinê heye û gelo ew li benda astengiyekê ye?” got ku

"Pêwîstiya Macarîstanê ya taybet hebe, ez nizanim. Ji destpêkê ve gotin ku ji bo endamtiya Finlandiya û Swêdê tu pirsgirêk tuneye û ew ê qebûl bikin. Pêvajo û bernameya wan heye. Em li benda vê yekê ne. Em gelek caran bi Serokwezîrê Macarîstanê Victor Orban re axivîne, di hevdîtina me ya dawî de got ku bernameya me heye û em ê bipejirînin, di derbarê serlêdana me ya endamtiyê de yek şertek jî negotin, berovajî vê yekê gotin em ê qebûl bikin. Ew ê hinekî dem bigire."

Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg jî li ser pirsa "Endamtî dê kengî bibe?” bi bîr xist ku biryar di meclîsên 30 hevpeymanên NATOyê de ye, 28 welatan erê kirine û li benda erêkirina Tirkiye û Macarîstanê ye.”

Stoltenberg, diyar kir ku Swêd û Finlandiyayê şert û mercên peymana sê alî ya ku bi Tirkiyeyê re destnîşan kiribûn bi cih hanîne û got ku dema qebûlkirina endamtiya wan hatiye û got ku dê welat li hev bicivin.

Stoltenberg diyar kir ku endamtî hem ji bo Swêd, hem jî ji bo Finlandiya û NATOyê dê baş be û got,

"Ez nikarim dîrokeke rast diyar bikim, lê ji bo ku ev yek pêk were, em gelekî dixebitin."