Rastgirê tundrew ê Fransî Le Pen di 96 saliya xwe de mir
07 rêbendan 2025 20:36
PeyamaKurd – Damezrînerê Partiya Eniya Niştimanî ya Fransayê (Front National) ku wekî bereyeke rastgirên tundrew tê nasîn, Jean-Marie Le Pen, 96 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Le Pen, ev demek dirêj bû ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tedawî dibû. Le Pen di sala 1928an de li bajarê La Trinité-sur-Mer ê herêma Bretagne ya Fransayê hatiye dinê û sala 1956an jî wekî parlamenter hatiye hilbijartin.
Le Pen di sala 1972yan partiya rastgirên tundrew Front National damezrandiye û di sala 2002yan de jî bûbû namzedê serokomariya Fransayê.
Le Pen, di sala 2011an de keça xwe Marine Le Pen aniye ser rêveberiya partiyê û di sala 2015an de jî bi temamî ji siyasetê vekişiyabû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
49 mîlyon Fransî deng didin: Tirsa deshilata rastgirên tund heye!
30 hzr 2024
Jiyan
"Ger Fransî bi Almanî naaxivin, ev bi saya DYAyê ye"
18 adr 2025
Cîhan
Îskhak Tepe di 84 saliya xwe de koça dawî kir
09 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin