Rapvanê navdar mêrê Kim Kardashian bû namzedê seroktiya Amerîkayê
PeyamaKurd - Hunermendê navdar ê muzîka rapê li Amerîkayê Kanye West ku hevjînê Kim Kardashian , ji bo hilbijartinên seroktiya Amerîkayê li hemberî Trump namzedbûna xwe ya seroktiyê ragihand. Xwedî û berpirsê kompaniyên SpaceX û Teslayê Elon Musk jî wekî yekem kesê naskirî piştgirî da namzedbûna West.
Kanye West wekî dostekî nêzîkî Trump dihat naskirin ku berê jî çend caran li Koşka Spî û li hotêlên Serokê Amerîka, bi Trump re civiyabû.
West li ser hesabê xwe yê twitterê got: “Niha divê bi baweriya xwedê peymana Amerîkayê bikin rastî, em nêrîna xwe bikin yek û paşeroja xwe ava bikin.”
Bi namzedbûna hilbijartina seroktiyê ya Kanye West re, Serokê Amerîka Donald Trump ku li hemberî hevrikê Partiya Demokrat Joe Biden çend pûan bipaş ketiye astengiyeke nû derdikeve pêşiya wî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin