Raporteke Pentagonê: Kêmkirina alîkariyan bo HSDê, DAIS bihêz kiriye
PeyamaKurd - Raporteke Pentagonê dibêje, kêmkirina piştgiriya leşkerî yên Amerîka ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîniyên Parastina Gel (YPG), rêxistina DAIŞê bihêz kiriye.
Lêkolerê Giştî yê Wezareta Berevanî ya Amerîka, 18emîn raporta taybet bi operasyonên derveyî sînorên Amerîka, taybet bi rûbirûbûna DAIŞ li Iraq û Sûriyê belav kiriye. Di raportê de tê gotin, “Kêmbûna alîkariyên Amerîka bo hêzên HSDê DAIŞ bihêz kiriye”.
Raport roniyê dixe ser dema di navbera 1ê Nîsana 2019an heta 30ê Hezîrana heman salê de û tê de aşkere kiriye ku di vê demê de, DAIŞê pêgeh û erkê xwe guhertiye û ji hêzeke ku berê xak li jêr destê wê bû, niha bûye hêzeke êrîşker li Sûriyê û herwiha şiyana xwe ya êrîşan li Iraq zêde kiriye.
DAIŞ kariye terorkirin, êrişên xwekujî, revandin û şewitandina zeviyên çandiniyê li Iraq û Sûriyê encam bide. Herwiha DAIŞê şaneyên raketî yên nû li navçeyê damezirandine û hewl daye ku rol û kontrola xwe berfirehtir bike.
Raport amaje bi wê yekê dike ku bêhiztirbûna DAIŞê di wê demê de bûye ku Amerîka beşeke hêzên xwe ji Sûriyê vekişandiye û piştgiriyên serbazî bo hevbeşên xwe yên xwecihî kêm kirine, di demekê de ku pêwîstiya hevbeşan bi wê piştgiyê hebû, ji bo rûbirûbûna şaneyên raketî yên DAIŞê
Li gorî raporta Nivîsgeha Lêkolînê ya Pentagonê taybet bi operasyonên derve yên Amerîkayê, ku ji 1 Nîsana 2019 heta 30 Hezîrana 2019 li xwe digire.
Di hejdehemîn raporta lêkolerê giştî yê Pentagonê de, bi dilgiranî amaje bi hebûna hejmareke mezin a xêzanên endamên DAIŞê li Kampa Holê li Rojavayê Kurdistanê û herwiha Kampa Rukban li başûrê Sûriyê tê kirin. Raport diyar dike ku beşeke berbiçav ji koçberên li nav wan kampan piştgiriya DAIŞê dikin, lewma bi şêweyekî berdewam daxwaz tê kirin ku alîgirên DAIŞê ji wan welatan bên vegerandin ku ji wan hatine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin