Wezîrê Berevaniya Amerîka fermana reforma kêmkirina kustiyên sivîl da Pentagonê

29 rêbendan 2022 01:01
Wezîrê Berevaniya Amerîka fermana reforma kêmkirina kustiyên sivîl da Pentagonê

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkî Lloyd Austin, ferman da berpirsên Pentagonê ku ji bo kêmkirina hejmara kuştiyên sivîl di encama êrîşên leşkerî de reforman bikin.

Austin di fermanê got: "Parastina sivîlan bi awayekî bingehîn bi xebitandina hêza bi bandor, kêrhatî û biryarane bo giheştina berjewendîyên neteweyî yên Amerîkî girîng û rekûpêk e,"

Austin 90 roj da Pentagonê ku planekê amade bikin ku meriv çawa dikare di operasyonên şer de, kuştî û birîndarên sivîl kêm bike û rê li ber wan bigire ku ew pêdîvîyeke stratejîk û exlaqî ye.

 

Austin da zanîn ku tecrubeyên li Afganistan û Iraqê derfetê dide ku ew dersan derxinîn û bi awayekî sîstematîk zîyanên sivîlan kêm bikin.

Ev biryara wezareta Berevanîya Amerîka piştî gelek bûyerên kuştinê yên nerewa, hat dayîn ku di bûyera herî dawî de 7 ji wan zarok, 10 kes di êrîşeke dronî ya Kabulê de, di Tebaxa 2021an de bi şaşitî hatibûn kuştin.

Rojnemaya The New York Times jî ragihandibû ku di Adara 2019an - di rojên dawî yên şerê dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) de, di encama bombebaranekê de nêzî 70 sivîl hatibûn kuştin. NY Times dabû xuyakirin ku Pentagonê berpirsî û lêpirsîna wê bûyerê qebûl nekiriye.

Rand Corp ku ji hêla Pentagon ve hatiye erkdar kirin, lêkolînê li ser zirarên sivîl yên di operasyonên leşkerîyê de bike. Tê gotin ku wezîr Austin li gor encamên vê lekolînê û raporên Rand Corp ev biryar daye.