Rapora NY: Li Ukraynayê gelek tawanên ser hatin kirin
PeyamaKurd – Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora serdanên xwe yên Ukraynayê eşkere kir.
Di rapora ku di Rûniştina 51emîn a Komîsyona Mafên Mirovan de, hat pêşkeşkirin de, hat diyarkirin ku rapor piştî serdana 27 niştîngehên Ukraynayê û zêdetirî 150 hevpeyvînan hatiye amadekirin,
Li gorî raporê deverên şer çek û teqemeniyên dijî yasayên navdewletî hatine bikaranîn û bêyî cudakirin sivîl hatine hedefgirtin.
Herwiha bûyerên tawanên şer ên wekî; înfaz, îşkence, mameleyên xirab û tecawuz hatine belgekirin.
Serokê Komîsyona Mafên Mirovan Erik Mose, da zanîn ku di serdanan de ew rastî gelek kesên înfazkirî hatine û ji ber azara bi sivîlan tê kirin ew gelekî nîgeran in.
Mose bibîr xist ku di şer û pevçûnan de gelek zarok jî ji malbatên xwe dûr ketine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin