Rapora HRWê: Dewleta Tirk û çekdarên wê li herêmên dagirkirî mafên sivîlan binpê kirin
PeyamaKurd – Rêxistina Human Rights Watch HRW, rapora xwe ya sala 2021an a li ser rewşa Sûriyê belav kir û di raporê de diyar kir, dewleta Tirk û çekdarên wê li herêmên dagirkirî mafên sivîlan binpê kirin.
HRW di rapora xwe de da zanîn, pêwîstiya zêdetirî 13.1 milyon ji xelkê Sûriyê bi alîkariya mirovî heye.
Herwiha hat eşkerekirin, bi milyonan kes li bakurê Sûriyê pêwîstiya wan bi rêyên sînor tên bi cihanîn û di nav de jî derman û di sêrî de derziyên Koronayê.
Komên xêrxwaziyê jî destnîşan dikin, piştî NY xebatên xwe yên bi rêya sînorên Iraq û Sûriyê di Çileya 2020an de rawestandin, ew nikarin desteka tendirûstî bidin herêmê.
Di raporê de li ser girtina deriyan jî ev yek hat gotin: “Di Tîrmeha 2021an de, Meclisa Ewlehiyê ya NY mekanîzmaya derbaskirina alîkariyan ji Iraqê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve nû nekir.
Ji ber gefa Rûsiya ya vetokirinê, Meclisa Ewlehiyê tenê deriyeke sînor bi bakur-rojavayê Sûriyê re vekir.”
Li gorî raporê, hikumeta Şamê jî şertên tund li ser gihandina alîkariyan ferz dike û vê mijarê li dijî dijberên xwe bikar tîne..
Herwiha di raporê de li ser herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çekdarên wê ve hatin dagirkirin jî ev yek hat diyarkirin: “Mafên sivîlan tên binpêkirin û mal û milkên sivîlên Kurd tên talankirin.”
Di berdewamiya raporê de li ser dewleta Tirk û çekdarên wê ev agahî hatin eşkere kirin: “Di Kanûna 2019an de, desthilatên Tirkiyê û koma çekdar a girêdayî Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê herî kêm 63 welatiyên Sûrî girtin û bi awayekî derqanûnî birin Tirkiyê.
Di Cotmeha 2020an de ji kesên girtî 5 kes bi hukmê muebed hatin cezakirin.”
Derbarê leşkerkirina zarokan jî hat gotin, çekdarên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê leşkerkirina zarokan didomînin û di 2021an de herî kêm 20 zarok kirin leşker.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin