Rapora artêsa Amerîka: Rûsya pir nêzî dagirkirineke mezin a Ukraynayê ye!
06 sibat 2022 16:11
PeyamaKurd – Artêşa Amerîkayê û rayedarên îstixbarata Amerîkayê, derbarê krîza Ukrayna-Rûsyayê de brîfîngek dan endamên kongreya amerîkî û hevpeymanên Ewropayê.
Li gorî raporên rayedarên îstixbarata Amerîkayê eşkere kirin, Rûsya hindik maye amadekariyên xwe yên bo dagirkirineke mezin a Ukraynayê temam bike.
Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin, dema dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsya ve, dibe 50 hezar kes bêne kuştin û 5 milyon welatî jî koçber bibin.
Li gorî nirxandina artêşa Amerîkayê, dibe paytexta Ukrayna Kîev di nav du rojan de bikeve, lewra 750 hezar leşkerên rûsî li sînorên Ukraynayê hatine bicihkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Çîn û Rûsyayê li nêzî peravên Amerîkayê tetbîqata leskerî kir
07 tbx 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin