RAPOR | Di 10 mehan de 2 ji wan zarok 428 kes hatin îdamkirin

11 cotmeh 2022 00:10
RAPOR | Di 10 mehan de 2 ji wan zarok 428 kes hatin îdamkirin

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, bi minasebeta roja cîhanî ya têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê 10ê Cotmehê, rapora îdamên rejîma Îranê yên 10 mehên dawî li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kir.

Di rapora rêxistinê de hat eşkere kirin, di 10 mehên borî de li Îranê rêjeya hejmara sepandina sizayê darvekirinê ji sedî 89 li gorî sala borî zêde bûye ku herî zêde jî Belûç û Kurd in. 

Rêxistina Mafên Mirovan da xuyakirin: “Hejmara darvekirina girtiyan li bajarên Îranê bi rêjeyeke zêde bilind bûye. Li gorî bîlançoyên ku hatîne bidestxistin ji destpêka sala 2022yan ve herî kêm 428 kes ku 2 jê zarok û 12 jê jin bûn ji girtîgehên Îranê li ber çavê xelkê hatine darvekirin. Çavkaniyek fermî û medyaya navxweyî ya Îranê di nava vê demê de tenê sêdaredana 52 kesan ragihandiye. 376 kesên din jî ji aliyê çavkaniyên herêmî yên pêbawer û parêzvanên Mafên Mirovan û rêxistina me ve hatine tomarkirin.”

Rêxistinê da zanîn, hejmara kesên ji serê sala 2022yan ve hatine darvekirin, li gorî sala borî bi qasî sedî 89 zêde bûye, ji ber ku sala borî 226 kes hatibûn darvekirin.

Hejmara kesên Beluç ku ji serê salê ve hatine darvekirin, bi awayekî berçav zêde bûye û 121 kes di nava van deh mehan de hatine darvekirin ku ji sedî 35ê vê hejmarê Beluç bûn.

Îran yek ji wan welatên ku cezayê darvekirinê li ser zarokên temenê wan dibin 18 salî de pêk tîne ye. L gorî amarên Rêxistina Mafê Mirovan ji serê sala 2022yan ve herî kêm 2 zarok ji aliyê Îranê ve hatine darvekirin.

Herwiha hat diyarkirin, di 10 mehên sala 2022yan de 12 jin li girtîgehên cuda yên Îranê hatine darvekirin. 11 ji wan bi tohmetên kuştinên bi qest cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û yek jî bi tawana madeyên hişber hate darvekirin.