Zarokek û 6 girtiyên Kurd hatin îdamkirin
29 mijdar 2023 23:38
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nav çend rojên dawî de, zarokeke 17 salî û 6 girtiyên Kurd bi tohmetên cuda hatin darvekirin.
Hate zanîn ku 4 girtîyên hatine îdamkirin ji Îlamê û 2 girtiyên din jî parêzgehên Mahabad û Loristanê bûne.
Li gorî ragihandina rêxistinên mafên mirovan ciwanê 17 salî yê bi navê Azarî û ciwanekî din ê 22 salî bi navê Zohrevand ku ji ber protestoyên Jîna Emînî hatibûn girtin jî di nav kesên hatine îdamkirin de cî digirin.
Li aliyê din Neteweyên Yekbûyî îdamkirina ciwanê 17 salî şermezar kir û daxwaz ji Îranê kir van kiryarên xwe rawestîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Urmiyê 6 girtiyên Kurd bi hev re hatin îdamkirin
04 nsn 2021
Cîhan
Li Kirmasanê 3 girtiyên Kurd bi awayekî vesarî hatin îdamkirin
22 sbt 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin