RAPOR: Çînê di enerjiya nukleerî de Amerîka derbas kir

20 hezîran 2024 22:39
RAPOR: Çînê di enerjiya nukleerî de Amerîka derbas kir

PeyamaKurd – Saziya ramyarî ya navend Washington a bi navê (Information Technology and Innovation Foundation -ITIF) di rapora xwe ya roja Sêşemê belav kiriye de ragihand ku Çînê di warê enerjiya nukleerî de Amerîka derbas kiriye.

ITIF di raporê de bal kişandiye ser ku Çîn plan dike heta sala 2035an 150 reaktorên nû yên nukleerî temam bike û niha danîna 27 reaktoran jî berdewam e.

Di raporê de Çîn wekî welatê pêşengê enerjîya nukleerî li cîhanê hate pênasekirin û hate gotin, wê Çîn di teknolojiya nû ya nukleerî de 10-15 salan li pêşiya Amerîkayê ye û dê di sala 2030yî de jî di hilberîna elektrîkê de Amerîkayê derbas bike.

Hatiye destnîşankirin ku bi saya teşwîqên piştevaniya dewletê Çîn de veberhênana enerjiyê de bileztir tevdigere.

Hate diyarkirin ku di warê teknolojiya fuzyonê de jî Washington û Pekîn serî bi serî ne.