RAPIRSÎ | Welatî wezîrê tenduristiyê sekeftî dibînin lê saziyên dewletê sefaf nabînin

23 adar 2020 17:27
RAPIRSÎ | Welatî wezîrê tenduristiyê sekeftî dibînin lê saziyên dewletê sefaf nabînin

PeyamaKurd - Navenda Lêkolînan a Rawestê, li ser pandemiya Covid-19ê (vîrûsa koronaya nû) lêkolînek pêk anî ku li gorî wê lêkolînê,  ji 4 kesan 3 kes ji ber Covid-19ê nîgeran in û dîsa li gorî heman lêkolînê jin ji zilaman bêhtir nîgeran in. Encamên lêkolînê derdixin holê ku, ji 3 kesan 2 kes wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê sekeftî dibînin lê ji 2 kesan kesek saziyên dewletê şefaf nabînin

Navenda Lêkolînan a Rawestê ku navenda wê li Amedê ye, lêkolîna xwe ya rapîrsîna di 18 û 21ê Adarê de 2020an, bi rêbaza sîwanê, bi 738 kesan re li çar bajarên bakurê Kurdistanê, li Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê pêk aniye. Pêbaweriya bi rapirsiyê ji sedî 95 e û rêjeya xeletiyan jî wekî ji 3.5an hatiye eşkerekirin.

Encamên lêkolînê wiha ne:

  • Li gorî encamên rapirsiya Rawestê,  ji 4 kesan 3 kes ji ber Covid-19ê nîgeranin û dîsa li gorî heman lêkolînê jin ji zilaman bêhtir nîgeran in.
  • Pandemiya Covid-19ê, bandor li destşûştina ji 5 kesan 4an kiriye; ji sedî 32yan gotiye ez gelek gelek caran destê xwe dişom, ji sedî 49an gotiye ez gelek caran destê xwe dişom.
  • Ji ber pandemiyê ji 5 kesan 4 êdî wekî berê dernakevin derve. Ji 3 kesan 2 kes wekî berê temasî mirovan nakin.
  • Ji ber pandemiyê ji 19 kesan 9 wekî berê li beşdarî civatan nabin. Di vê barê de xuyê jinan ji yê zilaman bêhtir guheriye ango sosyalîzayona jinan kêmtir bûye.
  • Di dema pandemiyê de her ji 3 kesan kesek maske/lepikan bi kar tîne. Li gorî encamên lêkolînê jin û ciwan bêhtir van ekîpmanan bi kar tînin.
  • Ji 3 kesan 2 kes wezîrê tenduristiyê serkeftî dibîne lê ji 2 kesan kesek saziyên dewletê şefaf nabîne. Bi gotineke din ji sedî 40 bi daneyên ku dewlet parve dike ewle dibe.
  • Ji 4 kesan 3 difikirin ku li bajarên wan haletên tûşbûna Covid-19ê hene. Ji van her 3 kesan kesek difikire ku li bajarên wan ji ber pandemiyê dê kes bimirin.