RAPIRSÎ | 63.2yê Kurdan li sînorên birçîbûnê ne, 87.1ê jinên Kurd jî bêkar in
PeyamaKurd - Li gorî rapirsiya "Lêkolîna Qadê ya Derbarê Rewşa Aborî û Civakî ya li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê" ji sedî 63,2yê Kurdan li sînorê birçîbûnê ne, ji sedî 87,1ê jinên Kurd jî betal in.
Li gorî nûçeya MAyê, Navenda Lêkolînên Qada Polîtîk anketa "Lêkolîna Qadê ya Derbarê Rewşa Aborî û Civakî ya Li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anatoliyayê" amade kir.
Wê navenda lêkolînê, li bajarên Amed, Wan, Mêrdîn, Batman, Sêrt, Bedlis, Şirnex, Îdir, Riha, Agirî, Çewlîk, Mûş, Colemêrg, Qers, Erdexan, Dersîmê di meha mijdara 2019an da lêkolînek kirin. Di wê lêkolînê de bi 6 hezar û 907 jinan re rû bi rû hevdîtin hatin kirin.
Li gorî vê rapirsiyê ji sedî 63,2yê Kurdan li sînorê birçîbûnê ne, ji sedî 87,1ê jinên Kurd jî betal in.
Dema ku rêjeya bajariyan zêde bûye, hejmara zarokan kêm bûye.
Hin encamên wê rapirsiyê wiha ne:
- Li gorî encamên rapirsiyê her ku bajarvanî pêş dikeve, hêjmara zarokan jî kêm dibe.
- Ji sedî 61,7ê zarokan li gundan û ji sedî 38,3yan jî li bajaran ji dayîk dibin.
- Ji jinên tev li anketê bûn ji sedî 28,6ê wan di navbera 0-1000 TL de, ji sedî 34,6ê wan di navbera 1001-2000 TL de, ji sedî 24,4ê wan di navbera 2001-3000 TL de, kar dikin.
- Di nava koma jinên di nava rapirsiyê de cih girtin, ji sedî 88,4ê wan xwendin û nivîsandina wan tune ye.
- Ev jî ji jinên karê malê dikin pêk tê. Ji sedî 5 nikarin kar bikin. Ji sedî 4,4 bê kar in. Jinên karê malê dikin jî bê heq kar dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin