Rêveberiya Rojava ji bo hilbijartinan 2 hezar û 113 sindoqan datîne
PeyamaKurd – Hate ragiihandin ku ji bo hilbijartinên herêmî yên li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Sûriyê yên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) amadekariyên dawî têne kirin.
Komisyona Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser li ser amadekariyên hilbijartinên şaredariyan ragihandiye ku li hezar û 792 navendên dengdanê yên tevahiya herêmê, 2 hezar û 113 sindoq wê bên danîn.
Komisyona Bilind a Hilbijartinan daye xuyakirin ku 5 hezar û 331 kesan xwe ji bo şaredariyan kiriye namzed.
Hêjayî gotinê ye, partî û aliyên nêzîn Rêveberiya Xweser beşdarî hilbijartinên 11ê Hezîranê yên şaredariyan diben, lê partiyên bi ser ENKSê beşdariyê nakin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, doh 30yê Gulanê li ser hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê gef xwaribû û gotibû, ew nahêlin ‘terorîstan’ bê avakirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin