Rêveberiya Rojava genimê cotkaran bi dolar dikire: Li gorî par 12 sent hate kêmkirin
26 gulan 2024 17:12
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê nirxê kirîna kîloya genim ji cotkaran eşkere kir.
Hevserokatiya Desteya Çandinî û avdanê ya Rêveberiya Xweser, îro 26ê Gulanê biryar da kîloya genim bi 31 centan ji cotkaran bikire.
Balkêş e ku nirxê genim li gorî 31 sentên Amerîkî hatiye destnîşan kirin.
Rêveberiya Xweser sala borî nirxê kîloya genim 43 sent diyar kiribû, ev nirx jî bi 12 sentan ji yê sala borî kêmtir e.
Werzê dirûna genim çend roj in li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye û cotkar bi hêvî bûn ku îsal nirxê genim bi awayekî guncayî û ji sala borî zêdetir bê diyarkirin, ji ber ku îsal lêçûna çandina genim zêdetir bû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Rêveberiya Rojava measê karmendan li ser nirxê dolar ji sedî 150 zêde dike
18 hzr 2020
Cîhan
Rojava | Bihayê genimê cotkaran li gor Dolarê Amerîkî hat zêdekirin
07 hzr 2020
Cîhan
Rêveberiya Xweser a Rojava tovên genim ên erzan li cotkaran belav kir
09 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin