Qurbaniyên Jenosîda Şingalê li Almanyayê hatin bîranîn
Li bajarê Hannoverê yê Almanyayê, di çalakiyek ji bo bîranîna kesên ku di Jenosîda Şingalê de jiyana xwe ji dest dane hat lidarxistin.
RûpelNews - Îro 12emîn salvegera jenosîda li Şingalê ye, ku bi hezaran kurdên êzîdî hatin kuştin û revandin. Di êrîşa ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve di 3ê Tebaxa 2014an de li dijî herêma Şingalê ya Başûrê Kurdistanê hatibû destpêkirin de, kurdên êzîdî bûn hedef. Zêdetirî 5 hezar kes hatin komkujîkirin; nêzîkî 7 hezar jin û zarok hatin revandin, kirin kole û rastî tundûtûjiyeke giran hatin.
Her çend 12 sal di ser komkujiyê derbas bûbin jî, çarenûsa 2 hezar û 500 kesên revandî hîn jî nediyar e.
Wekî salên borî, îsal jî bi sedan kes li bajarê Hannoverê yê Almanyayê kom bûn da ku bîranîna qurbaniyên komkujiyê bikin.
Di merasîma bîranînê de, wêneyên qurbaniyan hatin hilgirtin û bangek li raya giştî ya cîhanê hate kirin ku misoger bikin ku bûyerên wiha careke din dubare nebin û êzîdî bên parastin.
Axaftvanan tekezî li ser girîngiya wê yekê kirin ku Almanya bûyerên li Şingalê wekî jenosîd nas kiriye.
Peyama rayedarên alman li ser êzîdiyan
Cîgirê Şaredarê Hannoverê Thomas Hermann, di axaftina xwe de rêz li qurbaniyên jenosîdê girt.
Hermann bal kişand ser hejmara êzîdiyan a ku li herêma Hannoverê dijîn, girîngiya entegrasyona civakî tekez kir û piştgiriya xwe ji bo êzîdiyan anî ziman.
Cîgira Serokê Herêma Hannoverê Petra Rudszcuk, ku piştî wî axivî, her wiha qurbaniyên komkujiyê bibîranî û ev peyam pêşkêş kir:
"Werin em ne tenê îro û di pêşerojê de bibîr bînin, lê werin em tevbigerin jî. Werin em ji bo cîhanekê ku mafên mirovan ne tenê gotinên vala, ji bo civakekê ku ti kes ji ber bawerî an eslê xwe ji bo jiyana xwe netirse; ji bo paşerojekê ku dîroka Holokostê qet neyê dubarekirin tevbigerin."
Her wiha Serokê Komeleya Eyaletan ya Civakên Cihûyan li Eyaleta Saksonyaya Jêrîn Michael Fürst jî beşdarî bîranînê bû.
"Tevî ku 12 sal derbas bûne jî, mafên êzîdiyan hêj nehatine misogerkirin"
Şêrin Şingal, ku di lidarxistina çalakiyê de erkdar bû, bi şertê ku tenê wekî êzîdiyek were binavkirin, ne wekî kurdek êzîdî, ji RûpelNews re wiha axivî:
"Îro 12 sal di ser komkujiya li dijî êzîdiyan re derbas bû. Em vê yekê şermezar dikin. Tevî ku 12 sal derbas bûne, mafên êzîdiyan nehatine dayîn. Ne li Ewropayê ne jî li Almanyayê karîbûne mafên xwe misoger bikin. Ji ber vê yekê êzîdî îro li vir kom bûne da ku 3yê Tebaxê bibîr bînin. Hêzên me yên wekî YBŞ û YJŞ hene. Di sala 2014an de, me baweriya xwe bi hêzên din anîbû, lê pişta me şikandin. Di encamê de, jinên me ketin destê dijmin. Niha ku hêzên me bi xwe hene, jin û mêrên me dê careke din nekevin destê dijmin û komkujiyên wiha dê dubare nebin. Em dê keda wan ji bîr nekin."
Almanyayê ew wekî jenosîd nas kiribû
Di 19ê Çileya 2023an de, Bundestag a Almanî bi yekdengî komkujiya ku ji aliyê DAIŞê ve li dijî êzîdiyan hatibû kirin, wekî jenosîd nas kir. Tê texmînkirin ku di navbera 100 heta 200 hezar êzîdî li Almanyayê dijîn û welatê ku mazûvaniya civaka êzîdî ya herî mezin a li derveyî Iraqê dike.
Lêbelê, deportkirina penaberên êzîdî bo Iraqê bûye sedema nîqaşan. Di salvegera jenosîdê de, Pro Asyl bang li hikûmeta federal kir ku mafê rûniştina daîmî bide êzîdiyan. Rêxistinê diyar kir ku divê deportkirin werin sekinandin heta ku rêziknameyeke daîmî ya li seranserê welêt were danîn.
Ji ber ku rayedarên alman kesên ku tên deportkirin li gorî nasnameya wan a olî tomar nakin, nayê zanîn ka çend êzîdî di nav kesên ku ji bo Iraqê tên şandin de hene. Di vê navberê de, rêxistinên mafên mirovan tekez dikin ku şertên ji bo vegera ewle û bi rûmet a bo Şingalê hêj nehatine pêkanîn.
