Qubad Talebanî tevî sandeyeka leskeriya Amerîkayê civiya

18 hezîran 2019 13:13
Qubad Talebanî tevî sandeyeka leskeriya Amerîkayê civiya

PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî roja duşemê 17.06.2019 tevî şandeyeka leşkeriya Amerîkaya bi serokatiya General Grigori Crowder behsa çawaniya reformê li Wezareta Pêşmerge û hemahengiya zêdetir kir.

Di civîna bi berhevbûna Steve Fagin Konsulê Giştiyê Amerîkayê li Hewlêrê, bal kişandine ser şerê dijî terorê, hemahengiya zêdetir ya navbera Pêşmerge û hevpeymanan.

Her du alî li ser vê yekê hevdeng bûn ku Pêşmerge û Hevpeymana Navdewletî mîna dema şerê DAIŞê hemaheng bin û li paşrojê jî bi hemahengiyeka zêdetir bi hev re bergiriya terorê bikin.