Qral Selman emîrê Qatarê Temîmî dawetî Erebistana Si’ûdiyê kir

27 nîsan 2021 03:30
Qral Selman emîrê Qatarê Temîmî dawetî Erebistana Si’ûdiyê kir

PeyamaKurd – Dîwana Îmarata Qatarê bi nivîskî ragihand ku wezîrê karên derve yê Erebistana Si’ûdiyê Faysal b. Ferhan cara duyê ye ku seredana Qatarê dike û li Koşka Qatarê ya li Dohayê ya bi navê El-Behrê de, ji aliyê emîrê Qatarê Temîn de hatiye qebûl kirin.

Di hevdîtinê de Bîn Ferhan, peyama qralê Erebistanê Selman bîn Abdulazîz gihandiye emîrê Qatarê Temîmî. Qral Selman di peyama xwe de daxwaza serkeftinê bo Şêx Temîm kiriye û ew dawetê Erebistana Si’ûdiyê kiriye.

Emîrê Qatarê bi rêya wezîrê karên derve yê Erebistanê bo qral Selman daxwaza temenekî dirêj kiriye.

Li gor ajansa Qatarê ya bi navê QNA yê, Bîn Ferhan seredana wezîrê karên derve yê Qatarê Muhammed b. Abdurrahman Al Sanî jî kiriye. Di hevdîtinan de li ser mijarên Herêmê û xurtkirina Konseya Hevkariyê ya Kendavê axifîne. Mijara têkoşîna li hemberê maddeyên hişbir jî babeteka wan ya din bûye.

Têkiliyên navbera Erebistanê û Qatarê piştî 3,5 an car din geş dibin û du care ku wezîrê karên derve yê Erebistanê seredana Qatarê dike.