Qefla yekem ya leskerên Amerîkayê giha Polonyayê
PeyamaKurd – Di çarçoveya desteka NATO de, qefîla ewil ya leşkeran giha Polonyayê. Her weha Macron û Johnson li ser krîza Rûsya-Ûkraynayê axifîn. Rûsya bertekê nîşan da çapemeniya Amerîkayê ku dibêje ‘Rûsya Ûkraynayê îşxal dike.’
Çavkaniyên leşkerî yên Polonyayê ragihandin ku balafira leşkerên Amerîkayê hildigirt, gihaye balafirgeha Rzeszow-Jasionkayê ya li Polonyayê û weha gotin:
“Weka hat ragihandin; ji artêşa Amerîkayê, ji tumena 82 em ya tîmên ji hewa xwe berdidin jêr, qefla leşkerên yekem giha Polonyayê.”
Amerîka ragihandibû ku wê 2 hezar leşker bişîne Polonya û Almanyayê. Niha 4.500 leşkerên Amerîkayê di çarçoveya NATO û peymanên duqolî de, li Polonyayê hene.
Li aliyê dinê, baregeha serokwezîrtiya Brîtanyayê ragihand ku Macron û Johnson li ser krîza Rûsya Ûkraynayê axifîne û weha got:
“Serokwezîr Johnson û serokkomar Macron gotin ku NATO li hemberê êrîşkeriya Rûsya de bigihên hev. Her dû lîder bûn hemfikir ku eger îşxal bibe, paketa dorpêçan ya ku hatiye amadekirin, ji bo pêşdebirina wê, lihev kirin.”
Rûsya li hemberê nûçeyên ku di çapemeniya Amerîkayê de derketine goya Rûsya Ûkraynayê îşxal dike, bertekê nîşan da. Nûçe ji aliyê Bloombergê de hatibû belavkirin û Bloomberg lêborîna xwe xwest û got ku wê li ser sedema wê lêgerînê bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin