Qalpazan di cejnê de bazarê dadikevin bazarê

18 tebax 2018 20:23
Qalpazan di cejnê de bazarê dadikevin bazarê

PeyamaKurd- Li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê hêzên cendirmeyan avêtin ser malekî ku tê de 1 mîlyon perê sexte û 65 trîlyon Riyalê Îranê bidestxistin.

Kesê ku van karan dike hate binçavkirin lê endamên şebeke neketin dest. Niha hêzên asayîşa cendirmeyan li wan digerin. Di nava şebekê de dîplomayên sexte yên zankoyê, belgeya ajotvaniyê, ya pisporiya kar û pereyên sexte tên çapkirin û amadekirin. Bo endamên rêxistinan jî van belgeyan amade dikin.

Sedema ku perê Îranê riyal zêde ye ew e ku di cejnê de wê Îranî gelek herin Tirkiyê û di wê qelebalixê de, dê esnaf nikaribin perê heqîqî û sexte ji hev nasbikin.