Putîn der barê bazarên neftê de bi Sûdanî re axivî
21 mijdar 2024 19:03
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi pêwendiyeke telefonê der barê bazarên neftê de li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî axivî.
Li gorî daxuyaniya Krêmlînê Pûtîn û Sûdanî bi telefonê axivîne.
Di pêwendiyê de hevkariya bi çavdêriya koma OPECê ya ku ji Rêxistina Dewletên Îxrackarên Neftê (OPEC) û dewletên hîlberînerên neftê yên derveyî OPECê ku wek OPEC+ tên zanîn, hatine axaftin.
Di pêwendiyê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku hevkariyê di bazarên enerjiyê da îstiqrar ava kiriye.
Her wiha hatiye destnîşankirin ku ew li ser rewşa pirsgirêkên Rojhilata Navîn, hevkariya mijarên di warê enerjiyê de hevkariyên din ên her du dewletan hatine gotûbêjkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Sûdanî derbarê serdana Erdogan de
20 nsn 2024
Jiyan
Sûdanî ferman da artêsê: Xwe ji bo 14-20ê Berfanbarê amade bikin
14 brf 2023
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin