Pûtîn û Reîsî gesedanên li Qerebaxê gotûbêj kir

26 îlon 2023 19:20
Pûtîn û Reîsî gesedanên li Qerebaxê gotûbêj kir

PeyamaKurd -  Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, bi rêya telefonê geşedanên dawî yên Qerebaxê gotûbêj kir.

Koşkma Serokatiya Rûsya Kremlînê ragihand ku di pêwendiya telefonî ya Pûtîn û Reîsî de, geşedanên Qerebaxê û proseya normalkirina pêwendiyên Azerbaycan û Ermenistanê hatiye gotûbêjkirin.

Herwiha di pêwendiyê de, girîngiya çaseriya pirsgirêkan bi rêya siyaset û dîplomasiyê hatiye destnîşankirin.

Serokomarê Îranê di pêwendiya telefonî de, spasiya Pûtîn kiriye ku Rûsyayê piştevanî daye beşdariya Îranê ya di koma BRICS de.