Putin: Dibe dawiya heftê bi Ûkrayna re hevdîtinê bikin

05 adar 2022 02:17
Putin: Dibe dawiya heftê bi Ûkrayna re hevdîtinê bikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku serokwezîrê Almanya Olaf Scholz bi rêya telefonê bi serokê Rûsya Vladimir Putin re axifiye û Putin jê re gotiye ku dibe dawiya heftê bi Ûkrayna re hevdîtinê bikin. Berdevkê hukumeta Almanya Steffen Hebestreit mijarê weha ragihand:

“Serokwezîrê Almanya Scholz, li dora sietekî bi serokê Rûsyayê Putin re axifiye û endîşeyên xwe jê re gotiye. Ji Putin xwestiye ku dev ji dijminahya berde û bihêle alîkariya mirovî here herêmên ku pêdiviya wan heye. Her weha Putin jê re gotiye ku dibe dawiya heftê bi Ûkrayna re hevdîtinê bikin.”