Jimara labaratuvaran dawiya heftê dibe 16 heb

17 adar 2020 02:08
Jimara labaratuvaran dawiya heftê dibe 16 heb

PeyamaKurd- Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca got ku halê Tirkiyê yê di babeta koronavîrusê de ne weka welatên dina ye. Li gor tabloya heyî, şansê Tirkiyê zêdetire. Koca bo çapemeniyê ragihand ku di mijara berlêgirtina vîrusê de xebatên wan dewam dikin. Xalên ku Koca li ser wan rawestiya weha ne:

-Eger tedbîr bên bicîhanîn, wê kontrol di destê xelkê de be.

-Xelk gelek panîkan dike. Divê panîk ji holê rabe.

-Heya dawiya heftê wê jimara labaratuvaran derxin 16 yan.

-Kîtên testê, wê bişînin temamê parêzgehan.

-Xelkê ku ji Umrê tê, wê wan bixin karantînayê. Hene niha di karantînayê de ne.14 roj dê bimînin.

- Telefona xeta jimare ALO 184 SABİM weka telefona şêwirmendiya koronavîrusê ye. Wê bi xêra vê telefonê welatî zêde derneyên derve.

-Bo 6 dewletan qedexeya seferan hat danîn. Heya niha bi temamî bo 20 dewletan seferên balafiran hatine qedexekirin.

-Nexweşên tehîlên wan posîtîv derketine hene. Heya niha kes nemiriye lê ev nayê vateya ku dê kes nemire.