Putin, daxwaza zêdekirina wan balafiran kir

08 tebax 2023 19:30
Putin, daxwaza zêdekirina wan balafiran kir

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin ragihand ku balafirên bêmirov ên Rusyayê yên wekî Kub û Lancet li Ukraynayê bi bandor in û li ser vê yekê diyar kir ku hilberînerên van balafiran soz dane ku hilberîna van balafiran zede bikin.

Hat diyarkirin ku Vladimir Putin li Moskowê bi Serokê Kompaniya Pîşesaziya Parastinê ya Dewletê ya Rusyayê Rostecê Sergey Çemezov re civiyaye.

Li gorî hat destnîşankirin, Putin bal kişand ser wê yekê ku bi derketina kompaniyên rojavayî yên balafiran ji Rusyayê, derfetek girîng ji bo hilberînerên balafiran ên Rus derketiye holê û got,

"Ji bo hilberînerên me, derfetek rast heye ku vê bazara vala dagirin. Hilberînerên biyanî dixwazin vegerin bazara Rusyayê, beriya ku ew vegerin divê ev yek were çareserkirin."

Her wiha Putin bal kişand ku divê hilberîna balafirên bêmirov ên Rusyayê jî zêde bibe û got,

"Kub û Lancet pir bi bandor in. Ew ne tenê alavan dişewitînin, di nav de yên biyanî hatine çêkirin; lê di heman demê de parçeyên cebilxaneyê jî diteqînin. Hilberîneran soza zêdekirina hilberînê dan. Ew bi vê yekê re rû bi rû ne, lê hîn bêhtir hewce ye." 

Çemezov geşedanên di sektora pîşesazî ya Rusyayê de jî got ku wan di sala 2022yan de hilberîna helîkopter û firokeyên leşkerî du qat zêde kiriye.