Dozgerî daxwaza zêdekirina cezayê Kisanak û Tuncel kir

16 adar 2019 03:06
Dozgerî daxwaza zêdekirina cezayê Kisanak û Tuncel kir

PeyamaKurd- Dozgerê dadgeha bajarê Meletiyê îtîrazê li cezayê şaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kışanak û parlementera HDP ê ya berê Sabahat Tuncel kir û xwest ku cezayê wan zêde dibe.

Kışanak û Tuncel bi sedema ku “endamên rêxistina terorê” ne û “propagandeya rêxistina terorê” kirine di zîndanê de ne. Dozgeriya dadgeha bajarê Meletiyê  bo cezayê wan zêde bibe, seredana dadgeha herêmê ya li bajarê Entabê kir ku dadgeh di ser ya Meletiyê de ye.

Niha cezayê Gulten Kışanak 14 sal û 3 mehe û yê Sebahat Tuncel jî 15 sal e.