Pûtîn biryara ku Ukrayniyan bi hêsanî bike hemwelatiyên Rûsya îmze kir

12 tîrmeh 2022 19:17
Pûtîn biryara ku Ukrayniyan bi hêsanî bike hemwelatiyên Rûsya îmze kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, biryara hêsankariya hemwelatîbûna Rûsyayê ya welatiyên li hemû deverên Ukraynayê dijîn îmze kir.

Li gorî daxuyaniya Saziya Yasayê ya Dewleta Rûsî, Pûtîn biryara hêsankirina hemwelatîbûna Rûsyayê berfireh kir.

Di biryarê de hatiye diyarkirin ku wê êdî welatiyên li herêmên Donestk û Luhansk û deverên din ên Ukraynayê bi hêsanî bikarin sêrî li hemwelatîbûna Rûsyayê bidin.

Rûsya sala 2019an jî bi biryareke Pûtîn, ji bo welatiyên li herêmên Donetsk û Luhanskê biryareke hêsankariya hemwelatîbûnê der kiribû û piştre jî 25ê Gulana 2022yan herêmên Herson û Zaporijya jî li wê biryarê hatibûn zêdekirin.