Profesorê Tirk: ‘Herêma Kurdistana Iraqê’ sas e, hûn behsa tevahiyê dikin!

04 îlon 2020 21:31
Profesorê Tirk: ‘Herêma Kurdistana Iraqê’ sas e, hûn behsa tevahiyê dikin!

PeyamaKurd – Serokê  Fakulteya Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Bozok a li Tirkiyê Prof.Dr. Kürşad Zorlu ku hevdem mamosteyê zanista siyasetê û nivîskarê rojnameya Haberturkê ye, li ser medya civakî hatina Tirkiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nirxand.

Zorlu di parvekirina xwe de li dijî statuya fermî ya Herêma Kurdistanê derdikeve û dibêje, piştî sê salan hatina Nêçîrvan Barzanî û li pey hevdîtina wî ya ligel Macron xwedî girîngiyekê ye.

Di berdewamê de jî pêşniyara ku navê Herêma Kurdistana Iraqê bikar neyînin li medya tirk dike û diyar dike, “Ji yên wekî ‘Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê’ nûçeyê dinivîsin re pêşniyara min ew e ku hûn bi vî awayî ji 4 parçeyan behsa tevahiya yekparçeyî dikin..Şaş e!”