Ji bo peyva ‘Kurdistana Tirkiyê’ lêpirsîn bo rêveberê CHPê hat destpêkirin
12 îlon 2022 22:51
PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, bi sedema gotina ‘Kurdistana Tirkiyê’ lêpirsîn derbarê endamê Meclîsa Partiyê yê CHPê de, da destpêkirin.
Endamê Meclîsa Partiyê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Nevaf Bilek, 10 Îlonê beşdarî kongreya CHPê ya navçeya Yenîşehîr a Diyarbekirê bûbû.
Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê, li ser daxuyaniya Nevaf Bilek ku di kongreyê de dabû medyayê, lêpirsîn derheqê wî de da destpêkirin.
Serdozgeriyê daye xuyakirin: “Derbarê Nevaf Bilek ê ku gotiye, ‘Diyarbekir bi rastî jî li Kurdistana Tirkiyê bajarekî girîng û dîrokî ye. Bajarekî me yê mezin e’ de, bi tawana ‘propagandaya rêxistina terorîst’ lêpirsîn hatiye destpêkirin.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Bexda: Êrîsa Kormorê teror e, lêpirsîn hat destpêkirin
27 mjd 2025
Jiyan
Sûdanî li ser mijara lîsteya terorê lêpirsîn da destpêkirin
04 brf 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin