Pralamentarên Fransî banga derxistina Tirkiye ji NATO kirin

20 cotmeh 2019 12:26
Pralamentarên Fransî banga derxistina Tirkiye ji NATO kirin

PeyamaKurd - Li Parlamena Netewî ya Fransayê ji 8 komên siyasî 59 parlamenteran bang li serokomarê Fransayê Emmanuel Macron kir ku guvaşê li ser Enqereyê bikin û ji bo ku endamtiya Tirkiye ya NATOyê bê sekinandin bikeve nav liv û tevgerê.

Di bangawaziya ji bo sekinandina endamtiya NATO ya Tirkiyê de wiha hat gotin:

“Em li hemberî êrîşên artêşa tirk ên li dijî kurdên li Sûriyê û bêkarîgeriya demokrasiya Rojava ya li hemberî vê dagirkeriya ku herêmê bêewle dike, pir bi hêrs in. Em bang li Fransa û Ewropayê dikin ku ji bo rawestandina vê dagirkeriyê hemû bergiriyan bigirin û bikevin nava liv û tevgerê.”

Bergiriyên ku parlamenterên fransiz pêşniyar kirin ev in:

  • Divê demildest dawî li êrîşa dewleta tirk bê anîn.
  • Gelê kurd ê ku li hemberî barbariya DAIŞê bi me re têkoşîna hevpar û bedelên giran dan, divê bên parastin.
  • Hemû muzakereyên îhtîmalî yên dewleta tirk ên ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê, divê bên sekinandin û hemû alîkariyên fînansî yên didin Enqereyê jî divê bên qutkirin.
  • Divê guvaşên mîna ji ber îlheqkirina Kirimê li Rûsyayê hatine kirin, li ser Tirkiyeyê jî bên sepandin.
  • Ji ber ku ewlehiya me ya hevpar dixe talûkeyê, divê endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê bê sekinandin.