Pompeo ji 100 êrîsên doh Îran sûcdar kir
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji ber êrîşên doh ên bi ser kargehên petrolê yên Erebistana Siûdî, Îran sûcdar kir û got, ew dê ligel hevpeyman û şirîkên xwe li ser kar bikin ku berpirsê wan êrîşan Îran e.
Pompeo li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Wezîrê Derve Cewad Zerîf li aliyekî xwe wekî ku dîplomasiyê dikin nîşan didin, lê li pişt zêdetirî 100 êrîşên doh hatin kirin jî ew hene.
Hûsiyên Yemenê ku girêdayî Îranê ne doh bêhtirî 100 êrîş bi ser kargehên petrolê yên Siûdî de pêk anîbûn û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî pêwendiyeke telefonî ligel Welîehd Prensê Siîdû Muhammed bin Selman pêk anîbû û êrîş şermezar kiribûn.
Berdevkê Ewlekariya Wezareta Karên Hundir a Erebistana Siûdî ragihandibû ku roja şemiyê 14-09-2019an di saet 04.00an de agir bi 2 kargehên şîrketa Aramco yên li parêzgeha Beqîq û Hecret Xerîs ketiye û sedem jî êrîşa bi firokeyên drone ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin