Îlam | Rejîma Îranê, nivîskarekî kurd ji ber heqareta li Pêxember sûcdar dike
PeyamaKurd – Nasir Hêmetî, derûnnas nivîskar, helbestvan û aktivîstê kurd, yê li bajarê Avdanan yê bi ser Îlamê ve dijî, piştî gazîkirin û serdana bo Dozgeriya Giştî û Şoreş a Avdananê hatiye girtin û piştre bi dayîna barimteyê bi awayekî demkî heta pêkhatina dadgehê ji girtîgehê hate berdan. Ew ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi sûcên wekî wekî “heqareta li Pêxemberê Îslamê” û “propagandaya ji bo pejirandin û qahîmkirina Îsraîlê” hatiye sûcdarkirin û tê payîn ku rastî cezayekî giran bê.
Raporeke ku gihaye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, radigihîne ku Nasir Hêmetî, derûnnas, helbestkar û nivîskarê kurd ê xelkê Avdananê bi îdiaya sûcdariya “heqareta li Pêxemberê Îslamê”, “heqareta li Xamineyî”, “Belavkirina mijarên nerast li ser torên civakî”, “Propagandaya dijî hikûmetê û çalakiyên propagandayî yên bo pejirandin û qahîmkirina welatê Îsraîlê” bo Şaxê 1em ê Lêpirsîna Dozgeriya Giştî û Şoreşa bajarê Avdananê hatibû gazîkirin û piştî hatiye girtin jî bi dayîna barimteya yek milyard tûmenî bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatiye berdan.
Hengaw bi bîr dixe ku ew berê jî bi sedema çalakiyên xwe yên li ser torên civakî gelek caran ji aliyê saziyên ewlehiyê ve rastî lêpirsîn û gefan hatibû û gazîkirina dubare ya wî ji ber îdiayên hatine behskirin di wextekî de ye ku ji sala 2021ê ve tu tiştek li ser hesabê xwe yê civakî ya “X”ê belav nekiriye.
Hengaw radigihîne ku Nasir Hêmetî di sala 2019an de ji ber weşandina çend gotarên xwe yên li ser Xê ji ber piştevaniya ji bo xwepêşandanên cotmeha 2019an ên li Îranê û vexwendina xelkê ji bo beşdariya li merasima 26ê kanûna heman salê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin.
Herwiha di 10ê tebaxa 2021ê de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê ve bi îdiaya “Heqareta li Xamineyî”, 2 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn û dema derbaskirina vî cezayî ji ber dosyayekd din jî, bi tohmeta “Propagenda li dijî hikûmetê” salek cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Hengaw tîne zimên ku Nasir Hêmetî wergêrê çend pirtûkên li ser derûnînasiyê ye û nivîskarê pirtûkeke ya bi navê “Bîranînên Girtîgehê” ye ku ji 103 rojnivîskên wî yên li girtîgeha Destgird a Îsfehan û ya Mahparê pêk tê ku di sala 2021ê de, li derveyî Îranê ji aliyê weşanxaneya Ronakê ve hatiye belavkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin