Pompeo: “Eger Tirkiye sînorê peymanê derbas bike, dibe mudaxeleya leskerî bibe”
22 cotmeh 2019 04:16
PeyamaKurd– Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bû mêvanê televizyona Amerîkî ya bi navê CNBC yê û li ser gelek mijaran axifî. Pompeo li ser mijara operasyona Tirkiyê ya bo ser Rojava weha got:
“Em aştiyê bi şer tercîh dikin. Lê ger mudaxeleyekî leşkerî pêwist be, divê hun bizanibin serok Trump bi temamî bo wê amade ye.”
Pompeo ragihand ku ew naxwazin sînorê ku bo Tirkiyê danîne aşkera bikin û weha dewam kir:
“Eger Tirkiye ji sînorê danîtî derbas bike, Trump dikare bo mudaxeleyekî leşkerî biryarê bide.”
Pompeo got ku ew destekê didin agirbesê û ew di mijara parastina etnîsîteyan de û xelkên olên wan cuda de, ji Tirkiyê garantî sitendine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Civîna ewlekariya sînorê Tirkiye û Iraqê li Enqereyê hat lidarxistin
25 sbt 2025
Jiyan
Li Edîrneyê, li ser sînorên Tirkiyeyê 15 koçber hatin girtin
14 brf 2024
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin