Pompeo derbarê hevdîtina li gel Mesrûr Barzanî daxuyaniyek da

15 sibat 2020 14:55
Pompeo derbarê hevdîtina li gel Mesrûr Barzanî daxuyaniyek da

PeyamaKurd  - Wezîrê Derva yê Amerîkayê ragihand Pompeo ragihand ku, ew li gel gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêkevtine li ser hevkariya nêzîk û berdewam in.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  Mesrûr Barzanî di roja yekem a Konferansa Asayişê ya Munchenê li Almanyayê ji bilî hejmareke serkirde û berpirsên welatan, civînek li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî encam da ku Pompeo wê civînê weke berhemdar binav dike.

Mike Pompeo li ser hesabê xwe yê medya civakî Teitterê, ji bo ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re pabend bûn bi parastina dezgeh û welatiyên wan yên li Herêma Kurdistanê spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

 

Di peyama xwe de Pompeo tekez kir, wî bi Mesrûr Barzanî re li ser pêwîstiya hevahengiya berdewam û jihevnêzîkbûnê li hev kiriye.

Di civînê de, pêşhatên dawî yên li Iraq û herêmê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka bi taybet di warê aborî û hevahengiya zêdetir bo rûbirûbûna terorê hatin guftûgokirin.