Polonya di navbera xwe û Belarûsê de dîwar ava dike

05 rêbendan 2022 02:06
Polonya di navbera xwe û Belarûsê de dîwar ava dike

PeyamaKurd – Demeke dirêje ku di navbera welatê Polonya û Belarûsê de pirsgirêka derbasdbûna koçberan heye û Polonya weka çareyekê wê di navbera welatê xwe û Belarûsê de dîwar ava bike.

Li gor ragihandina çapemeniya Polonyayê wezareta karên hundir û rêvebiriya parastina sînor peyman girêdan ku di navbera sînoran de dîwar bê avakirin. Ji rêxistina parastina sînor tûxgeneral Wioletta Gorzkowska ragihand ku avakirina dîwar pêdiviye û wê di meha hezîranê de biqede. Gorzkowska got ku çêkirina dîwar veberhênanekî stratejîke û dirêjahiya dîwar wê 186 km.be.

Bilindahiya dîwar 5 metreye û wê 50 hezar ton hesinê pola bê bikaranîn. Ser dîwar bi têlê tê girtin, wê bi cîhazên elektronîk û kamerayan bê destekkirin û wê 22 deriyên dîwar hebin. Maliyeta dîwar li dora 130 mîlyon dolare.