Politico: Pêwendiyên navbera Çîn û Amerîkayê, qut bûn
PeyamaKurd- Li gorî kovara Politico ku navenda wê li Amerîkayê ye, rayedarên payebilind ên leşkerî yên Çînê, bersiva bangewaziyên rayedarên Pentagonê nedane û ev yek jî wekî qutbûna têkiliyan hatiye şîrovekirin.
Serdana hefteya borî ya Taywanê ya Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî, têkiliyên navbera Çîn û Amerîkayê aloz kirin.
Li gorî kovara Politico, rêveberiya Çînê bersiva bangewaziyên Pentagonê nedane. Hat ragihandin ku rêveberiya Çînê, bersiva telefonên Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin û Sererkanê Artêşa Amerîkayê Mark Milley jî nedane.
Li gorî daxuyaniya Pentagonê, herî dawî Milley û Austin di 7ê Tîrmehê de bi Sererkanê Çînê Li Zuocheng û Wezîrê Berevaniya Çînê Weî Fenghe re hevdîtin kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin