Polîsê leskerî yên rûsî li Sûriyê dewriye gerandin

09 adar 2020 13:32
Polîsê leskerî yên rûsî li Sûriyê dewriye gerandin

PeyamaKurd - Polîsê leşkerî yên rûsî, li parêzgehên Heleb û Hesekê ku di demên dawiyê de şer û pevçûn lê diqewimin, dewriye gerandin.

Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê Oleg Juravlyov ragihand ku polîsê leşkerî yên rûsî Sûriyê, li ser sînorên herêmî yên Sûriyê dewriye gerandin.

Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê Oleg Juravlyov di civînekê rojnamevaniyê ragihand ku, polîsê leşkerî yên rûsî, li ser sînorên parêzgehên Heleb û Hesekê ku di demên dawiyê de şer û pevçûn lê diqewimin, bi berdewamî dewriyeyên rûsî digerînin.

Juravlyov herwiha da zanîn ku wesayîtên hewayî yê Hêzên Esmanî yên Rûsyayê jî di dema dewriyeyan de piştgirî dane dewriyeya rûsî