Polîsan mudaxeleyî girseya ku xwestin gora Gezen ziyaret bikin kir
PeyamaKurd - Li Amedê malbat û gireseyeka mezin xwestin biçin goristana Yenîşehîrê û seredana tirba girtîye sîyasî ye bi nawe zûlkûf Gezen ku li girtîgeha 2êmîn ya tîpe F ye ya tekîrdagê jîyana xwe bi dawî anîbû. Belê hezên ewlehîyê dora goristanê dorpiçkirin û destûr nedan parlementer û welatî biçin nava goristanede û mudaxale bi ava tund li wan kirin. Di gengeşeyê de hinek welatî hatin binçavkirin. Piştî destûr nehatî dayîn hevserokê Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê Sezaî Temellî, parlementeren HDPê û welatî çûn cihê şînê.
Li wêdere Sezaî Temellî peyamek peşkeş kir û got: ”Me navê êdî kes jîyana xwe ji dest bidin. En tiştek ne demokratîkê û ev hukumet destûrê nade welatî biçin ser gora zaroken xwe jî ev tiştekî olîye û ehlaqîyê. Belê wan li hemberî malbate û welatîyan bê exlaqî kir. Dibêjin sedî 98ê Tirkîyê misilmanin belê ev sedî 2 ewin û ve tişta ne rê dê dikin.”
Hejaye gotinêye Zûlkûf Gezen 1ê adarê jibo piştgirîya ve greva birçîbûnê ya ji alîyê parlementera HDPê ya Colemergê Leyla Gûvenê ve ji berîya 132 rojan hatî destpekirî ev jî ketibû greva birçîbûne û jîyana xwe dawî anibû. Herwiha hat zanîn Zûlkûf Gezen bi tawanbarîya endamtîya PKKê û berpirsîya çalekîyeka PKKê li Amedê sala 2007an de hatî pêkanîn û polîsekê jîyana xwe ji dest dayî 2 polîs hatî birîndarkirin heta hetayê sizayê zîndankirine hatibû zîndankirin û eve 12 sale li girtîgehede bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin