Polîsan alên Tirkiyê li nav avahiyên HDPê daleqand

27 mijdar 2019 00:34
Polîsan alên Tirkiyê li nav avahiyên HDPê daleqand

PeyamaKurd –Li bajarê Kocaelî yê Tirkiyê polîsan hevdem bi ser hejmarek navnîşanan û avahiyên HDPê de girt û 16 endam û rêvberên partiyê hatin binçavkirin. Herwiha di operasyona ku gelek kes hatin binçavkirin de, polîsan alên tirk bi panoyên nava avahiyên HDPê ve daleqandin. 

Di serdegirtinan de Hevseroka Rêxistina HDPê ya Bajar a Kocaeliyê Leyla Aygun, hevserokên rêxistinên navçeyan, endamên Meclîsa Partiyê ya HDPê Mehmet Yalçinkaya û Engun Guleser jî di nav de hejmarek kes hatin binçav kirin.

Herwiha polîsan, bi ser mala Hesabgirê Rêxistina HDPê ya Bajarê Kocaeliyê Îrfan Demîrkaya de jî girtiye û ew jî hatiye binçavkirin.

Li gorî hatiye ragihandin polîsan dest daniye ser gelek belge û kelûpelên wekî komputerên li avahiyên HDPê û herwiha alên Tirkiyê jî bi panoyên wan ve daleqandine û çûne.

Hat zanîn ku di encama operasyona li Kocaeliyê de bi giştî 16 kes hatine binçavkirin û ew birine navendên asayîşa bajêr.