Parlementera HDPê Ayse Sürücü xwe da ber mertalên polîsan

17 mijdar 2019 01:02
Parlementera HDPê Ayse Sürücü xwe da ber mertalên polîsan

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê bi sedema ku qayûman bo şaredariyên HDP yan tayînkirin, rêxistina HDP ê ya bajêr mijarê protesto kir. Hevaserokên HDP ê jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin. Parlementera HDPê Ayşe Sürücü serê xwe da ber mertalên polîsan.

Medya Tirkiyê ragihand ku Sürücü serê xwe li mertalên polîsan daye. Protesyoya îro bi sedema ku şaredara Sirûcê Hatice Çevik ji şaredariyê hat dûrkirin û di şûna wê de qayûm hat tayînkirin û Çevik di serde hat binçavkirin.