Polîs li saredariya Pasûrê û HDPa wê lêgerîn kir

14 îlon 2019 03:15
Polîs li saredariya Pasûrê û HDPa wê lêgerîn kir

PeyamaKurd- Di çarçoveya bûyera ku li navbera navçeya Pasûrê (Qulp) û Mûşê çêbû de, ku di bûyerê de 7 kes miribûn û 10 kes jî birîndar bûbûn, polîs li şaredariya Pasûrê û rêvebirya navçê ya HDP ê lêgerîn kir. Gilî hatibû kirin ku li ciyê bûyerê, demekî kurt berya teqînê, erebeyeka aîdê şaredariyê hatibû dîtin û bi wê sedemê şaredar, serokê şaxa HDP ê û rêvebirê karê fenê yê şaredariyê hatibûn binçavkirin.

Li rêvebiriya asayîşa navçeya Pasûrê pêvajoya girtina îfadeyên kesên navborî dewam dike. Di lêgerînê de qeydiyên kamerayan hatin desteserkirin û lêkolîna bi kamerayan dewam dike. Polîs dest daniye ser hinek dokumanan li partiyê.

Li gor ragihandina polîs; operasyona bo girtina gumanbarekî dewam dike.