Plana YE: Pêşniyara penaxwazên ku ji Tirkiyeyê li sînor bên redkirin
Her çend Sîstema Penaberiyê ya Hevpar a Ewropayê (CEAS) ya nû, ku armanca wê kêmkirina koçberiya nerêkûpêk li Yekîtiya Ewropayê ye, nû ketiye meriyetê, li Brukselê nîqaş li ser pakêteke nû ya reformê dest pê kirine ku dê polîtîkaya penaberiyê hîn zêdetir tund bike.
RûpelNews - Li gorî raporeke rojnameya almanî BILD, belgeyeke ku ji Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen re hatiye pêşkêşkirin, daxwaz dike ku serlêdanên penaberiyê yên ji welatên ne YE yên ku ewle tên hesibandin, wekî Tirkiyeyê, li ser sînor bên redkirin; ku penaxwaz di zûtirîn dem de, hema ku şert û merc li welatên wan ên jidayikbûnê guncaw bûn, bên vegerandin û ji bo penaberan sînorekî salane li ser bingeha berçavgirtinên ewlehiyê û barê ku civak dikare hilgire, were danîn.
Partiya Gel a Ewropayê (EPP), koma siyasî ya herî mezin a li Parlamentoya Ewropayê, zextê li Komîsyona Ewropayê dike ku qanûndanîneke nû amade bike. Li gorî raporê, bi taybetî Almanya û Nemsa zextê li ser Komîsyonê zêde dikin.
Banga ji bo rakirina statuya 'parastina pêvek'
Yek ji daxwazên herî berbiçav ên EPPê rakirina temamî ya statûya "parastina pêvek" e. Ev statû ji bo kesên ku wek penaber nayên naskirin an jî nikarin mafên penaberiyê yên normal bi dest bixin, lê heger vegerin welatên xwe rûbirûyî metirsiya şer an zirareke giran bibin, tê dayîn.
Li gorî agahiyên di raporê de, niha li Almanyayê nêzîkî 381 hezar kes di bin vê statûyê de dijîn. Penaberên sûrî, nêzîkî ji sedî 80ê vê hejmarê pêk tînin.
Serokê EVPê Manfred Weber parêzvaniya wê yekê dike ku divê ev kes, gava ku şert û merc li welatên wan asayî bûn, vegerin welatên xwe, da ku bikaribin beşdarî ji nû ve avakirina neteweyên xwe bibin. Lêbelê, tê destnîşankirin ku plana nû ya ku tê amadekirin, di serî de armanc dike ku lihevkirinê li ser nakokiyên potansiyel ên pêşerojê û serlêdanên nû yên penaberiyê bike.
"Divê krîza penaberan a 2015-2016an dubare nebe"
Detlef Seif, siyasetmedarekî ji CDUyê, her wiha yek ji kesayetiyên li pişt van pêşniyaran e. Seif, ku diyar kir armanca wan "damezrandina sîstemeke penaberiyê ya vekirî û adil e ku ji kapasîteya civakê derbas nebe", got: "Divê serdema safîbûnê bi dawî bibe. Armanca me ya herî girîng ew e ku em misoger bikin ku krîza penaberan a 2015-2016an careke din dubare nebe."
Li gorî hûrguliyek ku di raporê de hatiye destnîşankirin, Ursula von der Leyen, ku niha wek Seroka Komîsyona Ewropayê tê payîn ku pêşengiya veguherîneke nû di siyaseta penaberiyê de bike, di heyama 2015-2016an de di hikûmeta Angela Merkel de wek Wezîra Parastinê û Cîgira Serokê CDUyê kar kiriye.
Pêşniyara sînordarkirina salane ya 300 hezar penaberan ji bo YE
Detlef Seif herwiha pêşniyar dike ku sînorek jorîn li ser hejmara penaberên ku dê salane li seranserê YE werin qebûlkirin, were danîn. Seif, ku diyar kir nêrîna wî ya şexsî ew e ku divê Yekîtiya Ewropayê salê ne zêdetirî 300 hezar penaberan qebûl bike, got ku divê ev kes tenê ji wan kesan pêk werin ku bi rastî hewcedariya wan bi parastinê heye û divê tu rîskeke ewlehiyê çênekin.
Seif her wiha anî ziman ku sîstema penaberiyê ya heyî ji aliyê kesên ku ji ber sedemên aborî hewl didin werin Ewropayê ve tê îstismarkirin û got, "Tiştê ku divê em bi temamî pêşî lê bigirin, koçberiya ji bo refahê ya bi rêya sîstema penaberiyê ye."
Navendên vegerandinê li Ûzbekistan û Rûandayê di rojeva YEyê de ne
Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku YE plan dike ku li welatên wekî Ûzbekistan û Rûandayê navendên vegerandinê ava bike. Hat ragihandin ku armanca van navendan ew e ku dozên kesên bêbelge an jî yên ku di dema pêvajoya vegerandinê de hevkariyê nakin, zûtir bi rê ve bibin.
Seif parast ku bi salan peyamên şaş ji cîhanê re hatine şandin, û îdia kir ku di encamê de, gelek kesên ku nasnameya xwe veşartine an îdia kirine ku pasaportên xwe winda kirine, sîstema penaberiyê îstîsmar dikin. Wî diyar kir ku navendên vegerê dê alîkariyê bidin çareserkirina vê pirsgirêkê.
"Bruksel hîn cidiyeta rewşê fêm nekiriye"
Siyasetmedarê CDUyê destnîşan kir ku pêşniyar dê di nav saziyên YEyê de nîqaşeke dijwar derxînin, û lê zêde kir ku gelek kes li Brukselê "hêj cidiyeta rewşê fêm nekirine".
Seif hêvî anî ziman ku Magnus Brunner, Komîserê YEyê yê ji bo Koçberiyê, dê bikaribe reforman pêk bîne, û anî ziman ku polîtîkayeke koçberiyê ya baş-birêvebirî dê baweriya welatiyan bi dewletê re ji nû ve ava bike.
Pêşniyarên EPPê, di vê qonaxê de, ne dibin rêziknameyên nû yên ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatine pejirandin. Ji bo ku ev pêşniyar bikevin meriyetê, divê Komîsyona Ewropayê pêşniyareke yasayî amade bike, ku divê paşê di pêvajoya yasayî ya YEyê de pesendkirina pêwîst werbigire.
