Plan a ‘Banka Dinyayê' bo veberhênana li Afrîkayê 5 mîlyar dolar veqetand
PeyamaKurd – Banka Dinyayê bo 11 welatên Afrîkayê planekî çêkir da di wan de veberhênanê bike û bihayê veberhênanê 5 mîlyar dolarî ragihand. Banka Dinyayê wê vî pereyî bo nûhkirina araziyên xerabûyî, bo zêdekirina bereketa zîraetê û bo pêşdebirina çavkaniyên karên debarî bo 11 welatên Afrîkayê bike.
Banka Dinyayê wê di nava 5 salan de 5 mîlyar dolar veberhênanê bike. Banka bi awayekî nivîskî ragihandê kir û weha got:
“Bi wan pereyan wê li herêmên welatan destekê bidin zîraetê, ewlekariya xidayan, nûhkirina peyzajan, bicîhkirina xelkê di kargehan de, avakirina bingehên zexm, lezdana tevgerê di gundan de û enerjiya ku nûh dibe.”
Veberhênan wê li 11 welatên ku di hawza Sahel, Gol a Çad û Qiloçê Afrîkayê be. Serokê Banka Dinyayê David Malpass li ser mijarê weha got:
“Ev veberhênan di wextekî girîng de hat. Van welatan ji bandora Kovid-19 ê xwe didin hev û wê bo pêşdebirina çavkaniyên debarî bibe destek. Ev plan dê bibe sedema ku cûreyên zindiyan wenda nebin û hem pêşî li guherandina kêşûhewayê bigre da bandorê li ser mirovan û aboriyan neke.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin