Avustralya plan dike ku veberhênana berevaniyê zêdetir bike
PeyamaKurd- Serokwezîrê Avustralyayê Anthony Albanese ragihand ku welatê wî plan dike bêhtir veberhênanê di berevaniyê de bike da ku bikaribe amûr û cebilxaneyan hilberîne.
Anthony Albanese, di civîneke çapemeniyê de got ku raport ji bo nirxandina Avustralyayê ya di warê berevaniyê de xwedî kapasîteya têr û amadehiyek têr e.
Albanese diyar kir ku ev lêkolîn, raporta herî berfireh e ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve hatiye amadekirin û wiha got,
"Di hawîrdoreke ku gefên li ser ewlehiya me ya neteweyî her diçe zêde dibin, êdî em nikarin xwe bispêrin agahiyên xwe yên berê. Em piştgiriya encamên raporê dikin. Yên ku dê ewlekariya me ya neteweyî xurt bikin û piştrast bikin ku em ji bo kêşeyên ku dikarin derkevin holê amade ne."
Her wiha hat destnîşankirin ku divê hikûmet ji lêçûnên heyî zêdetir ji bo parastinê xerc bike û alavên parastinê û cebilxane li hundir werin hilberandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin