PKKê binkeyek mezin li sînorê Xurmatû daniye!

28 îlon 2019 16:53
PKKê binkeyek mezin li sînorê Xurmatû daniye!

PeyamaKurd - Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) binkeyek mezin li navçeyên bin desthilatiya Heşdî Şeibî de danîne û rahênan û perwerdê didin kesên bin 18 salî û piştre jî wan rêdikin Qendîlê.

Li gorî nûçeya Basnewsê, berpirsê lijneya navçeya Kifrî yê PDKê Sebah Mihemed ragihand; ‘’Li navçeya Xurmatû (qeza Xurmatû Kurdistanî ye û ser bi parêzgeha Selahedîn e) her wekî beşek ji Kifrî ye û PKK li gundan digerin û bac ji xelkê werdigrin.’’

Herweha Sebah Mihemed aşkera kir, PKK li sînorê Xurmatû binkeyekî heye ku rahênan û perwerdeyê didin xelkê, li ser bikaranîna çekên sivik û giran. Piştre jî wan rêdikin bo Qendîlê.

Navborî got, 250 çekdarên PKKê li binkeyê sînorê Xurmatû, rahênan û perwerdê didin xelkê, binkeyê wan jî pir mezine û zarok tê de hene û wan perwerde dikin, lê xelk newêrin ji kampê re nêzîk bibin.’’

PKK