PKK navê xwe guhert û kir 'Rêveberiya Tevgera Apoyî'
KCK di salvegera hilweşandina PKKê de bi civîneke çapemeniyê diyar kir ku navê PKK bi Rêveberiya Tevgera Apoyî hat guhertin.
RûpelNews - Di salvegera hilweşandina PKKê de daxuyaniyeke ji hêla KCK ve daxuyaniyekê hat dayîn. Hat ragihandinn navê PKK bi "Rêveberiya Tevgera Apoyî" hat guhertin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di sala dawî de li gorî "îradeya çareseriyê" gelek gav hatine avêtin, lê hikûmet di warê pêşvebirina pêvajoyê de tedbîrên qanûnî yên pêwîst negirtiye.
Di nivîsê de hat destnîşankirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, divê "statuya qanûnî ya serokê PKKê Abdullah Ocalan were destnîşankirin" û divê ew "di pêvajoya danûstandinan de roleke çalak bilîze". Her wiha hat îdîakirin ku endamên çekdar ên PKKê ji sînor vekişiyane û di vê çarçoveyê de hin gav hatine avêtin.
Rexneyên li ser xebata komîsyonê
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xebata komîsyona ku di Parlamentoyê de hatiye damezrandin têrê nake, û hat gotin ku rapora amadekirî hîn nehatiye bicîhanîn.
Daxuyaniyên Bahçelî
Her wiha, bi balkişandina ser daxuyaniyên berê yên Devlet Bahçelî, hat gotin ku divê rêziknameyên qanûnî yên derbarê vegera komên ku çekên xwe danîne Tirkiyeyê de werin rojevê.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku gavên qanûnî û siyasî werin lezandin da ku pêvajo pêşde biçe, di heman demê de ji aliyê hikûmetê ve nirxandinek nû li ser vê mijarê nehat kirin.
"Karmendên MÎTê hatin radestkirin, cenazeyên PKK hatin wergirtin"
Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku hin cîhên PKKê yên li Herêmên Parastina Medyayê, ku xetereya pevçûnê çêdikirin, hatine valakirin, û karmendên Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî yên ku di sala 2017an de hatibûn girtin, hatine radestkirin. Hate gotin ku ev hemû gav ji bo pêkanîna rêkeftinên siyasî û yasayî yên ku dê rê li ber çareseriyek siyasî ya demokratîk vekin, hatine avêtin.
Di nivîsê de her wiha hate îdîakirin ku, ji bilî hin civînên ku li Îmraliyê hatine lidarxistin û hewldanên ji bo wergirtina cenazeyên endamên PKKê yên ku li Herêmên Parastina Medyayê mirine, di vê pêvajoyê de tu gavên berbiçav nehatine avêtin.
