PKK li dijî rêkeftina asayîkirina rewsa Singalê derket: Metirsîdar e!

11 cotmeh 2020 23:58
PKK li dijî rêkeftina asayîkirina rewsa Singalê derket: Metirsîdar e!

PeyamaKurd - Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongra Civakên Kurdistan (KCK) ku bi ser PKKê ve ye, li ser rêkeftina asayîkirina rewşa Şingal ya di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek weşand û li dijî wê rêkeftinê helwest nîşan da.

KCK dibêje, “Şert e ku pêvajoya hevdîtinê û bi beşdariya rêveberiya xweser (Encûmena Rêveberiya Xweser a Şingalê ya bi ser PKKê ve) bê meşandin, ku ev rêveberî îradeya gelê Şingalê ye. Helwestên li derveyî vê yekê metirsîdar in û nayên qebûlkirin.”

Li gorî rêkeftina ku xalên wê hatibûn eşkerekirin, hêzên girêdayî PKKê û Heşda Şeibî ji Şingalê têne derxistin û rêveberiyeke ji aliyê herdu aliyê rêkeftinê ve tê avakirin, lê belê KCK di daxuyaniya xwe de vê yekê red dike.

Di daxuyaniya KCKê de, tê gotin: “Detay û aliyên peymanê bi berfirehî hîn nehatine eşkerekirin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku haya wan ji vê lihevkirinê nîne, li derveyî îradeya wan biryar hatiye stendin û di hevdîtin û lihevkirinê de cih ji wan re nehatiye dayin. Îradeya xwe ragihandin ku wê biryareke ku Rêveberiya Xweser a Şengalê û gel di nav de nîne qebûl nekin. Civaka Êzidî, Partiyên Êzidî, bi dehan Parlamenterên Iraqî û eşîran bi daxuyaniyan pişgirî dan vê daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê. Lewma em piştgiriyê didin daxuyaniyên xwediyên esasî yên Şengalê, îradeya Şengalê û rêveberiya Xweser.”

KCK herwiha di daxuyaniya xwe de biryara fermî ya derxistina PKKê ji Şingalê jî wekî propagandayeke reşkirinê bi nav dike û îdia dike ku parêzvanên civaka êzidî HPG, YBŞ/YJŞ ne û daxuyaniyên derbarê derxistina PKKê de jî şermezar dike.